Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şiyana kirîna hewcehiyan a kedkaran 4 qat kêm bûye

11:37 - 25 Gulan 2024

Heqdesta salaneya kedkaran li sala 1360 a Rojî de beranber bi nirxa 9.5 sikeyên zêr bû lê li sala 1403 a Rojî de bi heqdesta salaneya kedkaran bi tenê 2.4 sikeyên zêr têne kirin.

Pêka amarekê ku li rojnameya “ILNA” a ser bi rêjîma Îranê de belavbûye, li sala 1360 a rojî ve heta niha şiyana kirîna hewcehiyan a kedkaran 4 qat kêm bûye û bi heqdesta salane ya kedkarek li sala 1360 a Rojî de 9.5 sikeyên zêr dihatine kirîn lê li sala 1403 a rojî de bi heqdesta salaneye kedkarekî bi tenê 2.4 sikeyên zêr têne kirin.

Jiyana dijwara kedkaran roj bi roj dijwartir dibe û nebûna bîmeya bi wec, bilindbûna nirxa xwarinan, bilindbûna nirxa hewcehiyên jiyanê û herwisa nebûna derfeta karê bi wec û şikesta aboriya rêjîmê, bûye sedem ku pirsgirêk gelek dijwar ên civakî, tendirûstî, destberdan ji perwrede û hinkarî û xwendinê, diyradeyên kirêt ên komelatî û bi sedean pirsgirêkên din li civaka hejar a Îranê de bêne dîtin.

Bilindbûna nirxan bi sedema siyaseta çewt û dije mirov a rêjîma Îranê gihîştiye astekê ku heta qata nêvinciya civaka Îranê jî nikarîn %50 a hewcehiya xwarina xwe dabîn bikin.