Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Barîna teyrokê û rabûna lehiyê, li parêzgeha Urmiyê gelek xisar li pey xwe anî

13:17 - 25 Gulan 2024

Li halekê de ku careke din îderaya seqayê huşdariya barîna bajran û tyerokê li parêzgeha Urmiyê de daye, barîna teyrokê xisarên giran gihandine baxçeyên werzêran, lê rêjîm jî qerebûya wan xisran nake.

Pêka girtevidyoyên belavbûyî bi sedema barîna teyrokê, xisarên giran geheştiye baxçeyan werzêran li li gund û deverên derdora bajarê Urmiyê û piraniya berhemên daran û herwisa berhemên din ên werzêriyê ji nav çone.

Li halekê de îdareya seqayê ya parêzgeha Urmiyê huşdariya barîna tund a baranê daye, renge careke din jî werzêr rastî xisara bi sedema barîna teyrokê û rabûna lêmiştiê bên û berhemên mayî, ji nav herin.

Li nava bajarê Urmiyê de jî bi sedema barîna bi xur a baran û teyrokê û rabûna lêmiştê, li piraniya tax û şeqamên nava bajar de Av pangurî û zirar gihane xelkê.

Rêjîma Îranê qerebûya xisarên ku digehe xelkê, nake û hekî bixwaze alîkariyekê jî bike bi qasekî kêm e ku heta qerebûya xisarên herî biçûk jî nake.

Piraniya derdora urmiyê û herêmên girêdayî bi vê, her salê bi sedema barîna teyrokê û rabûna lêmiştê rastî xisarên giran tê ku piraniya caran rêjîm ti alîkariye nade wan.