Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sîstema her tim terrorist

16:27 - 25 Gulan 2024

N. Elî Munezemî

 

 

Di zivistana 2024an de, rejîma îslamî a Îranê bi fermî perde liser pîlanên xwe yên terorîstî hilda û di hejmara 60an a demsalnameya peyvendiyên derve ku li aliyê Konseya parastina berjevendiyên rejîmê ve tê weşandin, da zanîn ku ew yê di pêşerojê de bo bêdengkirin, bêbandorkirin û kuştina endamên sazî û partiyên sîyasî ên dijber, bi hemû awayekê û bixasma li rêka peyvendiyên xwe yên dîplomatîkve yê cehd bike. Ewa ku niha rejîm bi rêka qelemên kirêgirtiyên xwe ve diweşîne an jî karbidstên wên yê terorîst tînin zimên, tiştek taze nine bo me û bîrûraya giştî. Ew taktîka rejîmê di hemû heyamê desthilatdariya xwe de meşandiye û ewa ku îro rojê bas dike, li ber hindê ye ku hemû kes û alî li wan dek û dolabên rejîmê hesiyan e. Lê ewa ku balkêş bû di wê nivîsa qelemfiroşên terorîst de, ewaye ku rejîmê şêveya birêvebirin û mudîriyetkirina wan kiryarên nemerivane guhertiye û dixwaze wan çalakiyên terorîstî bi şiklek xorisk birêve bibe; berevajî ew çalakiyên terorîstîyên berê ku li bin birêveberiyek yekgirtî de birêve dibir û her carek ku terorîstek dihate girtin yan dezgehên evlehiyê li welat cudacuda zelaldikirin ku ew karê Îranê bûye, serê hemû têl û verîsan digihîşte konsûlxane û balyozxaneyên Îranê û paytexê wan, Tehranê.

Pîlanên birêveberên sîstema evlekariya rejîmê wê carê bo karên teror û dijberiya opozîsiyonê, pîlanên pir-alî û hîbrîd in ku li aliyekê dixwazin bi wan pîlanan pêşeroja rejîmê garantî û rêberê rejîmê li xwe razî bikin û li aliyek din jî dixwazin wisa tevbigerin ku ew dewletên teroran liser xaka wan birêve dibin, bi xweve girê bidin û ewan jî bo armancên xwe bikar bînin.

Dezhegên evlekarîyê a sîstema terorîst niha dixwazin pîlanên xwe yên terorîstî li hemû qadan de (leşkerî, aborî, medyayên girseyî, civakî û…) de birêve bibin.

Piştî şoreşa «Jin, Jiyan, Azadî» niha dezgehên evlekarîyê yên rejîmê rêkûpêktir bihev re kar dikin ku bikarin motîvasyona endamên sazî û grûpên opozisyonê dabezînin û fersenda çalakiyan li wan bistînin. Ew di pêxema wê yekê de hazirin ku terorê berfirehtir li berê hember azadîxwazan û dijberên xwe bikar bînin. Ew bo gihîştin bi meqsed û armanca xwe, bi eşkere bas li wê yekê jî dikin ku dam û dezgehên peyvendiyên derekî jî bo wê armancê yê bikar bînin.

Ligor nivîsa wan, wê carê teror tenê li şêveya kuştinê de nasekine, ewan bi çêkirina rûpelên înternetî û meydana saybirî de jî yê bi çalakiyên feyk û îftiralêdanê, dixwazin etmosferek nesax biafirînin ku çalakiyên opozisyonê di wê meydanê de bifetisînin û bêxin bin siya xwe de.

Ew her wisa bo tirsandin û bêbandorkirina çalakvanên siyasî li derveyî welat, dixwazin dezgeha xwe ya dîplomatîk bikar bînin bo çêkirina serêşî û nerihetiyan bo wan çalakvanan û kuştina wan.

Çiqa sereke ya wan gef û xetera liser endam û alîgirên PDKÎ e. Ew yeka erka me mezêdetir dike û dibe em jî li hember wan pîlan û hereşeyên rejîmê de dest nedanin ser dest û bê bername nemînin. Rast e ku em wek wan nîn in ku karê terorê bikin, lê em dibe li pilan û bername û çalakiyên xwe de dibe li wan xurttir û bihêztir bin ku em bikarin wan li erdê bidin.

Hemû ew teror û cinayetên rejîmê yek armanca sereke heye û ew jî ewaye ku rejîm dixwaze xelkê û opozisyonê li hev veqetîne û nehêle ne hizûra opozisyonê di nav xelkê de hebe û ne jî xelk gotin, siyaset û çalakiyên opozisonê bibînin û bibihîsin. Bes eger wisa e, erka me ewaye ku em iznê nedin xwe li bin tu zextekê de nabe em destûrê nedin ku motîvasyona me di xebatê de were xwar û nabe em bihêlin ku peyvendiya me û xelkê qut bibe.

Nabe îzin bi mohreyên rejîmê bidin ku bi bilavkirina îftira û buxtanan kesayetiya endamên çeleng û aktîv bê şikandin. Yanî parastina keramet û kesayetiya xebatkaran, xebat hember terorîzma devleta Îranê e.

Rejîma komara Îslamî niha di nava xelkê de çi piştevaniyek nemaye û tenê bi hêza zivir xwe liser piyan ragirtiye. Ewê yeka jî rejîm hê dir û hov kiriye û li ber hindê jî xwe li encamdana tu cinayetekê naparêze. Ber hindê jî peyvendiya navbera xelkê û hêzên dijber (bi xasma PDKÎ) yê hêzek hind mezin biafirîne ku yê wek babelîskê rejîmê bide pêşiya xwe û wê lekeya serşoriyê yê paqij bike. Lê heta wê demê, nabe em hemebr pîlanên rejîmê de xemsar bin. Xemsariya me yê zirarê hem li me û hem jî yê li neteweya me bide. Bes emê micidtir li caran, bi moral û motîvasyonek bilind, emê di xebat bo azadiya Kurdistanê û kurdan berdevam bin.