Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Banghêjiya rêkxistina “Aştî” bona ji nû ve wekirina perwenda tirora Dr. Qasimlo û herwisa bi tirorîst nasandina sipaha pastaran

12:01 - 26 Gulan 2024

Rêkxistina Aştî li welatê Suîsê  bi armanca bigerxistina dosya tirora Dr. Qasimlo û herwisa bi tirorîst nasandina sipaha pastaran, li banghêjiyekê de daxwaza alîkariyê ji Kurdistaniyan kir.

Rêkxistina Aştî li welatê Suîsê li deve devê 35 emîn salvegera tirora Rêberê Şehîd, Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, ji aliyê dîplomat tirorîstên rêjîma komara Îslamiya Îranê ve, li rêka komkirina wajoyan cehdê dike ku dosya wê tirorê weke û bêxe rojevê, û sipaha pastaran jî weke tirorîst bide nasandin.

Rêkxistina Aştî daxwazê ji hemî Kurdekî xwedî helwêst dike ku li rêka vê Lînka jêrîn beşdariyê li wajokirina piştgîriya cehda bi ger xistina perwenda şehîd Dr. Qasimlo û bi tirorîst nasandina sipaha pastaran, ji aliyê welatên Ewropa û bi taybet welatê Suîsê ve bikin.

Bo beşdarî li wê cehd de, li ser Lînka jêrîn kilîk bikin û bi wajokirin, dengê xwe li gel dengê Kurdistaniyan û Rêkxistina Aştî li Suîsê bikne yêk.

https://act.campax.org/petitions/gerechtigkeit-fur-dr-abdulrahman-ghassemlou