5 welatiyên Kurd li bajarên “Qesrê Şîrîn, Pîranşar û Şino”yê li destpêka heyva cozerdanê ve bûne qurbaniyên teqîna mînan û welatiyekî Kurd hatiye kuştin û 4 welatî jî birîndar bûne.
Pêka rapora “Hengaw”ê roja Şemî 5ê Cozerdanê, bi sedema teqîna mînê li nêzî devera “Axdax”ê ser bi bajarê Qesrê Şîrînê, ajotvanê maşîneke kombaynê li dema dirvîna genim de birîndar bû û ji aliyê xelkê ve bo navenda dermanî hatiye veguhastin.
Pêka vê raporê ji destpêka heyva Cozerdanê ve, welatiyek li bajarê Şinoyê bi sedema teqîna mînê hatiye kuştin û 4 welatiyên din jî li bajarên “Şino, Pîranşar û Qesrê Şîrîn”ê de birînda bûne.
Hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê bi taybet hêzên spaha pasdaran a terorîst, tevî ku ti hewlek bo paqijkirina meydanên mînan ên bicîmayîyê şerê Îran û Îraqê nadin, rêje û hejmara meydanên mînan zêdetir dikin û meydanê heyî jî berfirehtir dikin û mînên nû datînin û bi zanebûn û bi niyeteke qirêj, danîna wan mînan pêka xerîtê nadanên ku piştre bi hêsanî û bi xerîtê bêne peydakirin.