Malbatên Şehîdên şoreşa Jînayê li Kurdistanê, li derheq mirina “Îbrahîm Reîsî” yê celladê 67ê rû bi malbatên qurbaniyan daxuyaniyek belav kirin.
Piştî mirina Îbrahîm Reîsî yê serkomarê rêjîmê û bikujê hezaran xort û keçên Îranê, hejmarek ji malbatên şehîdên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” yê rû bi malbatên şehîdan li seranserê Îranê daxuyaniyek belav kirin û dane zanîn ku mirîna wî bikujê xort û keçên Îranê, nabe bibe sedem ku malbatên qurbaniyên şoreşa Jînayê û yên dehika 60an dest ji daxwaziyên xwe berdin.
Herwisa li vê daxiyaniyê de hatiye ku malbatên qurbaniyên dehika 60an û şoreşa Jînayê, divê bi yekîtiyê ve bo bidestveanîna mafê xwe tekoşînê bikin û yek ji wan tekoşînan, rakêşana berpirsên rêjîmê bo hember dadgehîkirineke dadperwerane ye.
Ew pêngawhilgitin û hewla wan malbatên şehîdan, hevalî digel biryardana Saziya Lêbihorîna Navnetewî ye ku bi belavkirina daxuyaniyekê dabû zanîn ku Îbrahîm Reîsî, li dema ku hêj zindî bû, hewce bû li ser cinayetên wî yên wek cinayet li dijî mirovahî, kuştin, bêserûşûnkirina bi zorê û îşkencekirinan, bihata dadgehîkirin û lêkolîn kirin.