Hêzên rêjîma Îranê rêgirî ji çona malbatên girtiyên siyasî yên bidarvekiriyên dehika 60an, bo nav goristana Xaweran kirin.
Beşek ji malbatên wan bidarvekiriyan, ew nûçeye li torên civakî de belav kirine û nivîsandine ku heta em hebin û heta libek ji axa gorên ezîzên me mabe, hûn nikarin vê tawanê perdepoş bikin û em li benda vê rojê ne ku her bikerekî cinayetên dehika 60an, bêne dadgehîkirin û bêne sizadan û hekî berî vê rojê, bi her sedemekê bimrin, em dê li ser gora wan şayî û govendê bikin.
Ev rêgiriye hevdem digel rêûresma pêywendîdar bi mirina endamê “Heyeta Merg” Îbrahîm Reîsî bûye.
Li çend heyvên derbasbûyî de givaş bo ser malbatên bidarvekiriyên ku termê wan li goristana Xaweran de bi axê hatine spartin, zêdetir bûye û li 4ê Reşemeya sala derbasbûyî de jî, bo bi bîranîna ezîzên xwe serdana goristana Xaweran kiribûn, lê hêzên rêjîmê deriyê goristanê daxistibûn û rêgirî ji çona wan bo nav goristanê kiribûn.
Nêzî 40 salî ye ku givaş li ser wan malbatane berdewame û rastî her cure reftareke xirab a rêjîmê tên.
Li havîna sala 1367 a Rojî, zêdetir ji 5 hezar girtiyên siyasî li girtîgehên rêjîmê de hatine bidarvekirin.
Rêjîma Îslamiya Îranê bi fermî ew komkujiya li stuyê xe negirtiye û heta niha jî red dike ku cihê bi axspartina wan qurbaniyan eşkere bike. Rizgarbûyî û malbatên bidarvekiriyan îşare bi vê yekê dikin ku bi Sedan kes ji wan girtiyên siyasî, bi kom li goristana Xaweran de li devereke rojhilatê bajarê Têhranê de bi axê hatine spartin.