Alaya pîroja Kurdistanê ji aliyê çiyagerekî xelkê Başûrê Kurdistanê ve li ser gupka çiyayê Everêst hate bilindkirin û ew yêkeîn car e ku çiyagerek li asta Herêma Kurdistan û Îraqê bi ser wî çiyayî bi ser ketiye.
Yekîtiya Çiyagerên Kurdistanê ragihand ku Çiyagerê Kurd “Dadvan Îsmet” ê xelkê bajarê Zaxoyê, bo yekem car li asta Herêma Kurdistan û Îraqê karî bi ser çiyayê Evêrêst li zincîre çiyayên “Hîmaliya”yê ve bi ser bikeve û Alaya Kurdistanê li gupka wî çiyayî, bilind bûke.
Çiyayê Everêst bilindtirîn çiya li cîhanê ye û 8 hezar û 844 metir û 86 santîmetran bilind e û li navbera welatên Çîn, Nipal û Hindistanê de cih girtiye û cihê balkêşana çiyagerên binav û deng û serkêş e.