Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dixwaze rojane 4 milyon bermîl neftê berhem bîne

11:01 - 27 Gulan 2024

Nefta Îranê bilî Çînê, ti bikirek nîne lê Çîn bi nirxeke gelek kêm neftê ji rêjîma Îranê dikire û qasa vê gelek zêde nîne û piraniya nefta Îranê bi nirxa herî kêm li bazarên reş de tê firotîn û dahata vê nexuya ye.

Li Şêwreya Aborî ya kabîneya rêjîmê bi serokatiya “Mihemed Muxbir” ê serperestê serkomariya rêjîmê, biryara zêdekirin qasa berhemanîn a neftê, rojane heta 4 milyon bermîl hate erêkirin lê li derheq şêwaza firotina vê neftê ti zanyariyek belav nekirine.

Bikirê binghehîn ê nefta Îranê zêdetir welatê Çînê ye lê ew jî rojane derdora milyonek û 600 hezar bermîl pêka amarên rêjîmê ji rêjîma Îranê dikire ku nîveya nirxa bazarê bi Çînê tê firotin û rêjîm îdia dike ku bi tenê 10 dolaran vê neftê erzantir bi çînê difroşe.

Rêjîma Îranê ragihandiye ku her rojê 3.6 milyon bermîl neftê berhem tîne, lê li rastî de zêdetir ji nîveya vê neftê xuya nîne ku ji aliyê çi kes an aliyeke rêjîmê, bi çi bikirekî û bi çi nirxekê tê firotin û dahata vê jî nexuya ye.

Li halekê de ku kirîza destnekevtina gaza şil li Îranê de dijwar e, tê dîtin ku neft û gaza xelkê Îranê ji aliyê berpirsên rêjîmê ve tê talankirin û zêdekirina berhemanîna neft û gazê ti dahat an qazancek bo xelkê Îranê nîne.