Rêjîma Îranê bi armanca talankirina zêdetir û herwisa sepandina baca zêde li ser zêrîngiran yasayek erê kir ku nerizayetiya zêringiran li pey xwe anî û nêzî heyvekê ye ku li piraniya bajarên mezin de mangirtina zêringiran dest pêkiriye.
Mangirtina zêringiran li Îranê berdewam e û li çendîn bajarên mezin ên Îranê wek Têhran û Meşhed”ê, dukan û bazarên zêringiran daxistî ne û zêringiran ragihandine ku heta yasaya tomarkirina giştî ya darayî û hûrdekariyên kirîn û firotina zêr û dirafê biyanî û baca zêdekirî neyê hilveşandin, ew dest ji mangirtina xwe bernadin.
Li halekê de ku rêjîm bi armanca talankirina zêdetir ew yasaye erê kiriye û pêdegirî li ser vê yasayê dike, pîşeya zêringirî li Îranê rastî pisgirêkên gelek micid hatiye û berhemanîna zêr û cewahiran pêka gotina “Nadir Bezirpaş” serokê Sendîkaya Zêr û Cewahiran a bajarê Têhranê, ji destpêka îsal ve bi tenê %10 bûye.
Herwisa navbirî bi tekezî ragihand ku rêjîm bi plompkirina dukanên zêringiran, gefxwarin û tirsandina zêringiran dixwaze ku zêringir dukanên xwe vekin û dest ji mangirtinê berdin.
Li pîşeya zêringiriyê de li Îranê, zêdetir ji 100 hezar kes mijûlê kar in ku niha karê wan sekiniye û bo zêdetir ji 2 milyon kesan re ku karê wan girêdayî bi vê pîşeyê ye, pirsgirêkên gelek micid dê çê bibin.