Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran dibêje dibe ku êdî ew bombeya etomî bixwazin!

15:00 - 27 Gulan 2024

N. Eskender Ceiferî

 

 

Di rojên derbasbûyî de Kemal Xerazî şêwirmendê Elî Xamineyî û herwisa hin berpirsên bilind ên rêjîma Îranê ragihandin ku heke Rojava û Îsraîl siyasetên xwe neguherin, dibe ku Îran êdî bixwaze bombeya etomî berhem bîne.

Piştre Josef Borel berpirsê siyasetên derve a Yekîtiya Ewropa ji Îranê xwast dev ji vî karî berde.

Hin siyasetvanên Ewropî dibêjin Borel hertim li hemberî Îranê nerim bûye û pêwîst e bihêztir be.

Di dema desthilatdariya Hesen Rûhanî de, Mihemdcewad Zerîf wezîrê derve yê rêjîma Tehranê çend caran ragihand ku êdî rêkeftina Etomî ji aliyê wan ve nakeve ber bas. Ev jî di demekê de bû ku welatên Birîtanya, Fransa û Almanyayê ragihandibûn ku ji bo nîşandana niyazpakiya xwe, reşnivîsa li dijî Îranê nadin Ajansa Navdewletî ya Etomê.

Piştre Donald Trump serokkomarê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê dewsa xwe da Joe Biden û dihat pêşbînîkirin ku dewleta Biden vegere ser gotûbêjan ji bo rêkeftina etomî bi Îranê re. Di vê navberê de Rêformxwaz hertim dibêjin rêkeftinê dixwazin lê Sipaha Pasdaran dibêje nabe rêkeftin bê kirin.

Di rastî de armanca rêjîma Tehranê berhemanîna bombeya etomî ye. Ew, demê bi kar tînin û bi meyandina Oranyoma zêdetirî 20 ji sedî, nêzîkî berhemanîna bombeyê dinbin.

Niha dewleta Biden jî dixwaze rê li ber Îrana Etomî bigire û ragihandiye ew dixwazin ji bo rêgirîkirin ji berhemanîna bombeyê ji aliyê Îranê ve her karî bikin.

Îsraîl jî bi Amêrîkayê re hevnerîn e û dibêje nabe Îran bibe xwediya bombeyê.

Komara Îslamî jî bersiva berpirsên Îsraîlî û Amêrîkî dabû û gotibû: Wê cîhan wan gunehbariyên ku rayedarên Îsraîl dike, ji bîr neke. Heke Rojava û Îsrsîl siyasetên xwe neguherin, dibe ku Îran dest bi çêkirina bombeyê bike.

Piştî ku Donald Trump peymana etomî ya bi Îranê re bi tundî rexne kir, Rex Tillerson wezîrê Derve yê Amêrîka jî xwest rêkeftina etomî ya bi Îranê re were guherandin û jinûve were nivîsandin lê ji bo razîkirina Îranê ew libenda piştgirîya hevalbendên xwe yên Ewrupî ne.

Berpirsên Amêrîkî dibêjin xalên rêkeftinê têra xwe bihêz nîn in û rê li ber bernameya etomî ya Îranê nagirin.

Beriya niha Sergey Lavrov Wezîrê Derve yê Rûsyayê ku ji bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorka Amêrîkayê bû, li ser helwêsta Amêrîkayê ya di mijara Îranê de dabû xuyakirin ku helwêsta nelihevkirinê ya Joe Biden û berî wê jî Donald Trump serokkomarê wê demê yê Amêrîkayê bi Îranê re û rexnekirina bernameya etomî ya Îranê cihê fikarê ye.

Feranse, Brîtanya û Almanya difikirin ku eger Îrana Etomî bikeve Rojhilata Navîn, ewê pêgeha xwe ji dest bidin. Lewma jî reşnivîsa li dijî Îranê nedan Ajansa Navdewletî ya Etomê ji bo ku niyazpakiya xwe nîşan bidin û Îranê vegerînin ser maseyê. Lê bi daxuyaniyên berpirsên bilind ên Îranê ku dibêjin dibe ku ew bombeyê jî bixwazin, didin xuyakirin ku êdî Îran rêkeftinê naxwaze.

DYA bi raportên çalakiyên etomî yên Îranê re bi baldarî riftarê dike û gotara wezareta Derve ya Amêrîkayê hemû wan pirsyaran bersiv nade ku çima Amêrîka di îmzekirina raportan de dudil e û sedem çi ne lê bi gotara berpirsên dewleta Îbrahîm Reyîsî zelal dibe ku ne tenê dorpêçên nû yên aborî, gefê li rêkeftinê dikin, lê belê Îran tiştekê kêmtirî bombeyê naxwaze.

Rêkeftina etomî di roja 14ê Tîrmeha 2015an de bi tevlîbûna welatên ewropî hatibû wajokirin û li gor wê, Îranê hin çalakiyên etomî kêm dikirin û di hember de jî dorpêçên aborî li ser Îranê dihatin kêmkirin.

Îsraîlê ji destpêkê ve ragihand ku ew, vê rêkeftinê naxwazin. Beriya niha jî berpirsên saziya Nehêlana Çekên Etomî ragihandibûn her qasî ku Îranê bi hemû wan welatan re lihev kiriye, lê çavên Ewropiyan li Amêrîkayê ne. Her biryarekê ku Waşington distîne, ji wan re dibe bandor. Birîtanya hewl dide DYA razî bike ku raportên li ser çalakiyên etomî yên Îranê demlidest wajo bike lê Biden tevî ku ji Trump nermtir e, lê ew jî li pey planeke din digere.

Ji bilî berpirsên bilind ên Îsraîlê, fermandarên wan jî didin xuyakirin ku eger rêkeftin bê kirin, Îrana Etomî, wê Rojhilata Navîn dagir bike.

Almanya, Birîtanya û Feransê ku rolele mezin di rêkeftinê de hene, dibêjin bi meyandina 20 ji sedî zêdetir a Oranyomê, êdî derfet ji bo rêjîma Tehranê çê dibe ku zêdetirî berê bo ser cîhanê bibe gef.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tekez hatiye kirin ku meyandina vê asta Oranyomê ne ji bo karûbarên pizişkiyê û ênêrjiyê ye lê belê li tevahiya cîhanê, ev asta Oranyomê tenê ji bo karûbarên çek û berhemanîna bombeyê têne bikaranîn.

Li bendê ye piştî derketina vê rastiyê ku Îran dixwaze bombeya etomî çê bike, Îsraîl û Rojava jî helwêstên xwe bînin ziman.