Amerîkayê digel rêkar û raya welatên Ewropayê bo sekinîn li hember bernameya navkiya rêjîma Îranê dijayetî kiriye û ragihandiye ku her cure texmînek li derheq biryardanê, hêj zû ye.
Rojnameya “The Wall Street Journal” a Amerîkayê belav kiriye ku dîplomatên Rojavayî gotine ku Amerîkayê digel cehdên Birîtaniya û Firansê bo şermezarkirina rêjîma Îranê li civîna Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ku dê li destpêka heyva “Juen”ê dê bi rê ve here, dijayetî kiriye.
Herwisa wan dîplomatan gotine ku Amerîkayê hinek welat xistine jêr givaşê ku li vê civînê de dengê “Bêalî” bidin û Amerîka jî dê dengê Bêalî bide.
Herwisa wan dîplimatan gotine ku nesekinîn li hember rêjîma Îranê, dê desthilata Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ku çavdêrê berfirehtirkirina çekên navkî ye, dê lawaz bike.
Li vê derheqê de berpirsekî Amerîkayê gotiye ku Amerîka digel hevpeymanên xwe yên Ewropayê bi tevahî hevaheng e lê her cure texmînek bo biryardanê, hêj zû ye”.
Herwisa wî berpirsê Amerîkayê îşare bi karên girûpa G7 piştî êrîşa mûşekî û dironiya rêjîma Îranê bo ser îsraîlê kir û got: “Em bi rêya dorpêçan û bi tenêhiştina navnetewî ya Îranê, mijûlê givaşxistin bo ser rêjîma Îranê ne”.
Li cara dawî ya civîna Şêwreya Hukam de Amerîka û Ewropayê huşdarî dane rêjîma Îranê ku hekî ew rêjîme pêşketina bernameya navkiya xwe kontrol neke û hevkariya xwe digel Ajansê zêde neke, dê li dijî rêjîmê bisekinin.