Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Mafê Mirovê Îranê dê navê 900 pasdarî belav bike ku xwenîşander kuştine

11:40 - 28 Gulan 2024

Navenda Mafê Mirovê Îranê dixwaze nasname, wêne û zanyariyên kesîn ên 900 kes ji hêzên spaha pasdaran a tirorîst ku li xwenîşandanên nerizayetiyê de teqe kirine û xwenîşander kuştine belav bike.

Roja Duşemî 7ê heyva Cozerdanê, Navenda Mafê Mirovê Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku dê li ser malpera fermiya xwe, lîstê 900 kes ji hêzên spaha pasdaran a terorîst ku li xwenîşandanên nerizayetriyê de li sala 1401 a Rojî, teqe li xwenîşanderan kirine û xwenîşander kuştine, dê bi hemû zanyariyên wan ên wek nav, nasnav, navê bav, cihê jiyan û karê wan û hemû zanyariyên din ên wan, belav bike.

Herwisa vê navenda mafê mirovî daxwaz ji xelkê Îranê kiriye ku her zanyariyek li derheq hêzên spaha pasdaran a tirorîst û hêzên din ên rêjîmê ku xwîna xelkê rijandine ser şeqaman wek “wêne, adrês, nav û nasnav, cihê kar û mana wan û her zanyariyeke din” hebin bi awayê serast, tevahiya wan zanyariyan bo wê navenda mafê mirovî bişînin.