Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî, danûstandin digel rêjîma Îranê sekinand

11:48 - 28 Gulan 2024

Rêjîma Îranê bervajiyê sozên xwe, meyandina Uraniyom a bi tîratiya zêdetir ji %60, nesekinandiye û Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, ragihandiye ku paşkevta Uraniyom a %60 li Îranê gelek zêde bûye.

Pêka 2 raporên nihênî yên Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî, paşkevta Uraniyon a nêzî tîratiya hewce bo berhemanîna bomba Navkî, bi awayeke berdewam zêde dibe û danûstandinên li derheq bernameya Navkî ya rêjîma Îranê û Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bi tevavî, sekinîye.

Li halekê de ku lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bo lêkolîn li navendên navkî yên rêjîma Îranê de rastî astengên gelek micid hatine, serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, “Rafaêl Girûssî” ragihand ku rêjîma Îranê bi tenê beşek kêm ji sozên xwe yên li lihevkirina sala par ku wajo kiriye, bi rê ve dibe.

Pêka raporên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, paşkevta Uraniyoma meyandî bi tîratiya %60 li Îranê zêdetir ji 142 Kîlo ye û niha bo berhemanîn 3 bombên navkî bes e.

Heta niha çendîn berpirsên rêjîma Îranê gotine ku hekî “Elî Xamineyî” îznê bide dê li çend rojan de bomba navkî berhem bîbin û hinek ji wan gotine ku rojek hewce ye ku em bomba navkî biceribînin.