Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alman û çend welatên din ên Ewropayê cehdê dikin spaha pasdaran wek terorîst tomar bikin

11:53 - 28 Gulan 2024

Dîplomatên çendîn welatên Ewropayê bi taybet Alman cehdê dikin ku navê spaha pasdaran a terorîst li listeyê rêkxiravên terorîstî de tomar bikin.

Roja Dûşemî 7ê Cozerdanê, Dîplomatên Ewropayê li hevpeyvîn digel Nûçegihaniya Amlan de gotine ku çendîn welatên Ewropayê yên wek Alman, pêka biryara dadgeha “Dosêldorf”ê, li pey vê yekê ne ku spaha pasdaran a rêjîma Îslamiya Îranê bêxne nava lîstê rêkxiravên terorîstî de.

Li heyva Dêsambêrê de biryara dadgeha “Dosêldorf” a Alman, li derheq êrîşa bo ser kenîseya bajarê “Boxom”ê hate dan ku kesekî Îranî-Almanî bi sedema agirberdana berfireh bi vê kenîseyê û cehda agirberdanê, bi 2 sal û 9 heyv girtîgeh hatibû sizadan.

Herwisa Wezîra Derve ya Alman, “Analîna Boêrbok” heta niha çendîn caran ragihandiye ku zêdekirina navê spaha pasdran li lîstê rêlkxiravên terorîstî, erê dike.

Hekî ew biryara Ewropayê bibe yasa û bi rê ve here, rêjîma Îranê dê li welatên Ewropayê de rastî pirsgirêkên micid bibe û nêzî bi tevahiya dîplomatên rêjîma Îranê û kesên ku li balyozxaneyên rêjîmê de li Ewropayê kar dikin, endamên spaha pasdaran a terorîst in.