Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesên nenaskirî ciwanekî Belûç Kuştin û 4 jî bireîndar kirin

11:58 - 28 Gulan 2024

Bi sedema gullereşandina kesên nenaskirî bi ser hejmarek ji xelkê Belûç li bajarê Zahidanê, ciwanekî Belûç hate kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Pêka rapora “Halveş”ê li demjimêr 8ê êwarê ya roja Dûşemî 7ê Cozerdanê, çend çekdarên nenaskirî li şeqama Bê`iset a bajarê Zahidanê de bi ser hejamrek ji xelkê, gulle reşandin û li encama vê teqeyê de ciwanekî Belûç ê bi navê Nasir Kaşanî” yê temen 19 salî yê kurê “Mihemedyar” ê xelkê bajarê Zahidanê, canê xwe ji dest daye û 4 kesên din jî ku navê wan hêj nehatine zanîn, birîndar bûne.

Heta niha sedema vê gullereşandinê û herwisa nasnameyê wan çekdarên neaskirî, nehatiye zanîn.

Heyamek e ku kesên nenaskirî yên ser bi rêjîma Îranê bi awayên hovane, ciwan û çalakvanên medenî yên Belûç li nav Îranê û derveyî Îranê, teror dikin û heta niha çendîn kes jî kuştine.