Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Hizba Dêmokrat bo “HAK-PAR”ê bi hilkefta bi rêveçona dehemîn kongireya vê Hizbê

10:50 - 29 Gulan 2024

Deqa peyamê wiha ye:

Rêzdar Partiya Maf û Azadî (HAK-PAR)

Tevî slav û rêzên dostane

Bi keyfxweşî ve gazîkirina weyê rêzdar bo beşdariya Hizba Dêmokrat li Dehemîn kongireya we de, gihîşte destê me.

Ji aliyê rêberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve em civantirîn pîrozbahiyan pêşkêşî we dikin û hivîdar in ku dehemîn kongireya Hizba we li bi encamgihandina erkên xwe de serkevtî be.

Hevalên rêzdar!

Tevgera mafxwaziya gelê Kurd ji qonaxeke hestiyar re derbas dibe û rikeberiya hêzên siyasî û welatên xwedîbandor li guherînên siyasî yên deverê de gihîştiye astekê ku serkirdayetiya siyasiya Kurd bi giştî û têkoşerên Kurd li her yek ji beşên Kurdistanê, hewceye ku bi awasyekî modern û li ser binyata rastiyan şirove bikin û li ber rohniya vê şirovekirnê de siyasetên xwe darêjin.

Ji me kesê veşartî nîne ku dijberên Kurd li vê rewşa aloz de li ser jinavbirina destkevtên gelê Kurd û êrîşkirin bo ser Kurdistanê û qurbanîkirina xelkê Kurdistanê, hev deng û yekin. Ew siyasetên dujminaneyên wan erkê giran dixe ser milê têkoşerên Kurd ku bi îradeyeke yekgirtî, berevaniyê li ax û xelkê Kurdistanê bikin. 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku pêywendîyekî dostane digel we yê rêzdar heye, bi çavê hêviyê mêzeyî kongireya we dike û careke din pîrozbahiyê li we dike û her li vê peyamê de jî, pîrozbahî li serkirdayetiya nû ya hilbijartiya kongireya dehem a we dike û hêviya serkevtinêên zêdetir boi we dixwaze.

Dubare, dehemîn kongireya hizba we ya têkoşer, pîroz be

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Pêywendiyên Giştî