Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Dêmokrat peyameke pîrozbahiyê bo Hizba “Racî Tipakî Gel” a Belûçistanê şand

12:15 - 29 Gulan 2024

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta birêveçona duyemîn kongireya “Racî Tipakî Gel” a Belûçistanê, peyameke pîrozbahiyê bo vê hizbê şand.

Deqa peyamê wiha ye:

Hevalên rêzdar!

Bi keyfxweşiyê ve, em wek Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê birêveçona duyemîn kongireya Hizba “Racî Tipakî Gel” a Belûçistanê li we hevalên rêzdar, pîroz dikin.

Duyemîn kongireya Hizba “Racî Tipakî Gel” a Belûçistanê li rewşrekê de bi rê ve diçe ku bi giştî netewên li Îranê li rewşeke taybet û hestiyar de ne, bi taybet piştî serîhildana seranserî ya Jîna(Jin Jiyan Azadî)yê, bi eşkere xuya kir ku têkoşerên Îranê û bi taybet gelên li Îranê, zêdetir ji her demekê, hewcehî bi yekîtî û hevahengî bo gihîştin bi armancên xwe ku azadî û vekhevî ye, hene, yekîtî li hember rêjîmekê ku zêdetir ji çar dehikan e xelkê Îranê rastî astengiyên zêde li tevahiya warên wek siyasî, aborî, çandî, civakî û …hd, li navxwe û derveyî Îranê kirine.

Qonaxa derbasbûn ji vê rêjîmê û bo gihîştin bi hikûmeteke dêmokrat û sêkolar û fêderal ku piştevanê mafên civaka çendîn neteweyiya Îranê be, bi vê yekîtî û hevpêywendiyê ve girêdayî ye. Li dawiyê de tevî pîrozbahîkirin û hêviya serkevtinê bo we rêzdaran, careke din tekezî li ser pêywendiyên dostaneyên wan du hizban û cehdkirin bo azadî, dêmokrasî û vekhevî li çarçoweya armancên hevpar dikin.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Pêwendiyên Giştî

28ê Gulana 2024an