Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kumîta Heqîqetyab dibêje: “Mirîna Reîsî, nabe bibe sedema jibîrkirina binpêkirina mafên mirov”

10:49 - 30 Gulan 2024

Seroka Komîteya Eşkerekirina Rastiyan a Saziya Netewên Yekgirtî bi belavkirina nivîsekê daye zanîn ku mirîna Îbrahîm Reîsî, nabe bibe sedema vê yekê ku binpêkirina mafê mirov li Îranê bê jibîrkirin.

“Sara Husên” a Seroka Komîteya Eşkerekirina Rastiyan a Saziya Netewên Yekgirtî bi belavkirina nivîsekê, tevî berteknîşandan bi mirina “Qesabê Têhran”ê, bi îşarekirin bi raporên vê komîteyê li derheq binpêkirina mafê mirov li Îranê got: “Mirîna Îbrahîm Reîsî, nabe bibe sedema vê yekê ku binpêkirina mafê mirov li Îranê bê jibîrkirin”.

“Sara Husên” li vê nivîsê de îşare bi rewşa jin û zarokan li jêr desthilatdariya rêjîma Îslamiya Îranê jî kir û got: “Komîteya Eşkerekirina Rastiyan ku piştî serhildana seranserî ya sala 1401 a Rojî li Îranê hate erkdarkirin ku lipey hûrdekarî û eşkerekirina rastiyên tepeserkirina xelkê bi taybet jin û zarokan bikeve û rêjîma Îranê li vê derheqê de bi eşkere mafê mirov binpêkiriye ku beşek zêde ji wan kirayaran, cinayet li dijî mirovahiyê ne”.

Herwisa navbirî tevî şermezarkirina siyasetên tepeserkarane û binpêkirina yasayên navnetewî ji aliyê rêjîma Îslamiya Îranê ve li derheq givaş û astengiyên zêdetir li dijî jinan, daxwaza sekinandina tepeserî û givaş û astengiyan kir.