Li halekê de ku spaha pasdaran a terorîst bi tankêran şewatê qaçax dike û li sînorên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê re derbas dike, bi hêceta şewatberiyê, bi awayekî hovane ciwanên Belûç dikuje.
Pêka rapora Resedê Belûçistanê, 4 ciwanê Belûç ên bi navên “Esxer Sasûlî, Şukrullah Rêygî, Ebdulwas`i Serawanî” û kesê çarem ku niha bêserûşûn e, li devera “Coder”ê nêzî “Kilegan”ê lî sînorê Belûçistana rojava û Rojhilat, ji aliyê spaha pasdaran a trorîst ve hatine kuştin.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku rêjeya wan ciwanan gelek zêde bûye û qedera 7 hevwelatiyên din ên Belûç jî nexuya ye û heta niha jî rohn nebûye ku bi çi sedemê wan hêzên hov û terorîst teqe li vê koma xelkê Belûç kirine.
Pêka hinek çavkaniyan ew şewatber bûne lê ew yeka li halekê de ye ku spaha pasdaran a trerorîst, bi tankêran şewatê li ber çavên xelkê, li wî sînorî qaçax dike lê xelkê bi vê sedemê dikuje.