Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyan bi mûşekên Îranê, gemiyeke hilgirê genim bo Îranê kirine armanc

11:33 - 30 Gulan 2024

Li halekê de ku rêjîma Îranê mûşekên balistîkî yên dijî gemiyan bi berdewamî bo Hûsiyên Yemenê dişîne, vê carê gemiyeke hilgirê genim bo Îranê, bû armanca pênc mûşekên Hûsiyan.

CENTCOMê ragihand ku gemiyeke hilgirê genim ku bo aliyê Îranê ve diço, li avên nêzî Yemenê kevte ber êrîşa mûşekiya Hûsiyên Yemenê û 5 mûşek bi vê gemiya barhilgir kevtine û kompaniya ewlehî ya “LSS-SAPU”jî ragihand ku ew 5 mûşek ji axa Yemenê ve hatine avêtin.

Fermandeyê CENTCOMê “Maykêl Korîlla” jî li vê derheqê de ragihandibû ku cebilcxaneya Hûsiyan ji aliyê rêjîma Îranê ve tê dabînkirin û divê nirxa wan kiryarên xwe bide”.

Pêka raporên belavbûyî, gemiya barhilgir a bi navê “Laks” bi alaya dorgeyên Marşal li vê êrîşê de bûye armanca mûşekên balistîkî yên Hûsiyan lê ti xisareke canî nebûye û ew gemiye hilgirê genim bo Îranê bûye û 23 melewanên li vê gemiyê de jî xelkê Misir, Fîlîpîn û Ukraynê ne û tevî xisrên pêketî bi qatên serî ya vê gemiyê, bo gihandina genim bo Îranê li rêya xwe berdewam e.