Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Troîkaya Ewropayê biryara givaşxistina zêdetir bi ser rêjîma Îranê daye

12:44 - 30 Gulan 2024

Sê welatên Ewropayê, Birîtaniya Alman û Firanse, biryar dane ku tevî dijayetiya Amerîkayê, biryarnameyek li dijî rêjîma Îranê li civîna Ajansa Navnetewî ya Wizeya Nakî de, bidin erêkirin.

Pêka rapora “Reuters”ê Troîkaya Ewropa tevî dijayetiya Amerîkayê, biryar daye ku biryarnameyek li dijî rêjîma Îranê li civîna Ajansa Navnetewî ya wizeya Nakî de, bide erêkirin û pêşbînî kirine ku rêjîma Îranê dê li hember vê biryarê de asta çalakiyên xwe yên navkî, kêm bike.

Ew yeka li halekê de ye ku pêka nûçeya “IRNA” a rêjîma Îranê, hekî ew biryare li Şêwreya Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî de bê erêkirin, Têhran dê bertekekê ji xwe nîşan bide ku zêdetir bi zirara Troîkaya Ewropayê be.

Herwisa “Elî Baqiriyê Kenî” yê  birêkarê wezareta derve yê rêjîma Îranê bi awayekî henekkirinê gotiye ku me ti dosyeyek bi navê “dosya Navkî” nîne.

Li halekê de kû rêjîma Îranê bi hemû awayekê hewla meyandina zêdetyir a Uraniyoma bi tîratiya zêdetir ji %60 dide, Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li vê derheqê de hûşdarî daye û ragihandiye ku rêjîma Îranê bo berhemanîna 3 bombên navkî Uraniyoma meyandî ya %60 heye.