Pêka rapora “Hengaw”ê li 5 heyvên destpêkiya sala 2024 a Zayînî, 592 kes li Îranê ku 301 kes ji wan Kurd bûne, hatine binçavkirin û 243 kes hatine bidarvekirin ku 72 kes ji wan welatiyên Kurd bûne.
Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku li heyama 5 heyvên destpêkiya sala 2024 a Zayînî de li Îranê, 592 kes ku 301 kes ji wan welatiyên Kurd bûne, hatine binçavkirin û 243 kes jî li Îranê hatine bidarvekirin ku 72 kes ji wan welatiyên Kurd bûne.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku li heyama wan 5 heyvan de 35 kolber hatine kuştin û 223 kolber jî hatine birîndarkirin.
Pêka vê raporê, li girtîgehên rêjîma Îranê de, 15 binçavkiriyan, canê xwe ji dest dane ku 8 kes ji wan girtiyan welatiyên Kurd bûne û 78 haletên kuştina jinan jî hatine tomarkirin.
Herwisa Hengawê belav kiriye li wan 5 heyvan de 53 jin hatine bibnçavkirin û cezayê girtîgehê bi ser 61 çalakvanên jin de hatiye sepandin.
Herwisa 10 jin û zarokek jî hatine bidarvekirin û 22 zarok jî hatine binçavkirin û 17 kolberên zarok jî bûne qurbanî.