Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşeke zêde ji dermanan li Îranê dest nakevin

11:30 - 6 Gulan 2024

Pitira berhemhênerên dermanan li Îranê bi sedema nebûna bûdce, îflas kirine û nikarin ti dermanekê berhem bînin, kêmiya derman û destnekevtina gelek dermanên hestiyar, li Îranê de bûye qeyran.

Sekreterê Encumena Nojdarên Têhranê “Mihemedemîn Qubadî” li hevpeyvîn digel nûçegihaniya “Intixab” a ser bi rêjîmê gotiye: “Berhemanîna gelek dermanan li Îranê, sekiniye û sendîkayên berhemhênerên dermanan berê jî huşdariya vê yekê dabûn, lê bûdceya hewce nehate erêkirin û îro em rastî vê qeyranê hatine.

Navbirî li vê hevpeyvênê de gotiye: “Dema ku li cihê firotina dermanan de nojdar nekarin daxwaziyên xwe bi dest ve bînin, hewce ye ku rû bi vergirtina asankariyên erzan bikin ku kêmbûna wan jî bûye sedema destnekevtina dermanan û hekî bûdceya hewce bo dermanan neyê erêkirin û negihîje destê berhemhênerên dermanan, sala 1403 dê saleke gelek dijwar be.

Ji aliyekê ve rêjîma Îranê dermanan ji derveyê Îranê hawirde nake û bûdceya dermanan bo armancên giştiyên xwe xerc dike lewma bo dabînkirina dermanên hewce bo xelkê Îranê givaş kevtiye ser milê berhemhênerên navxweyê Îranê lê pirsgirêk ev e ku rêjîm ti alîkariyekê nade wan û ti bûdceyekê bo wan diyarî nake û heta madên bingehîn ên berhemanîna dermanan jî li Îranê dest nakevin û rêjîm jî wan dabîn nake ku bikarin dermanan berhem bînin.

Nebûna bûdceya hewce hem li ser kompaniyên berhemhênerên dermanan û hem li ser canê nexweşan li Îranê, bûye gefek micid.