Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 372 dukan li bazara “Qeyserî” li bajarê Hewlêrê, şewitin

12:24 - 6 Gulan 2024

Pêka amarên destpêkî, şeva derbasbûyî, 372 dukan li bazara “Qeyserî” li bajarê Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê, şewitine û heta niha sedema vê şewatê û herwisa rêjeya xisara malî, nehatiye zanîn.

Qaymeqamê bajarê Hewlêrê “Nebez Ebdulhemîd” li hevpeyvên digel “Rûdaw”ê de ragihand ku li agirpêketina şeva derbasbûyî li bazara “Qeyserî” li naverasta bajarê Hewlêrê, bi pêka amarên destpêkî, 372 dukan şewitîne lê ew rêjeye hêj serast nîne û dê biguhere.

Herwisa navbirî li derheq sedema agirpêketin li wan dukanan de ragihand ku hêj bi serastî rohn nebûye ku bi çi awayekê ew agirpêketin qewimiye.

Qaymeqamê Hewlêrê ew yeka jî ragihand ku heta lêkolîn li vê bazarê de bi dawî neyên, Îznê bi ti kesekê nadin ku here nav vê bazarê û heta niha ti diziyek jî nehatiye kirinê û bi 10am milyon dolar zêr û dirafê dukandaran li vê bazarê de parastî ye û piştî paqijkirina vê bazarê, dê careke din bê nûjenkirin.

Bazara Qeyserî li naverasta bajarê Hewlêrê de ye û ew bazare zêdetir ji 4 hezar dukanan li xwe digre û heta niha 2 caran jî agir pêketiye.

Hêj xisarên malî yên vê agirpêketinê ji aliyê berpirsên pêwendîdar ve nehatiye belavkirin.