Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milîsên Hizbullaha Lubnanê li bajarê Qumê de pewerdeya êrîşkirin bi dironan dibînin.

12:01 - 7 Gulan 2024

Spaha pasdaran a terorîst li binkeyeke tevav nihênî de li nêzî bajarê Qumê, milîsên Hizbullaha Lubnanê bo êrîşkirin bi dironan, perwerde dike.

Rojnameya “The Daily Telegraph” a Birîtaniyayê, bi belavkirina raportekê daye zanîn ku pêka hinek belgeyên nihênî yên spaha pasdaran ku niha li ber destê wan in, spaha pasdaran li binkeyeke bi tevav nihênî ya bi navê “Gencîn”ê de milîsên Hizbullaha Lubnanê bo avêtina dironan bo bakûrê Îsraîlê li vê binkeyê de perwerde dike.

 Herwisali vê raporê de hatiye ku li vê binkeyê de perwerdeya bikaranana dironên dûrhawêj ên wek dironên “Mihacir” ku heta mewdaya 2 hezar kîlometran diçin jî bi milîsên Hizbullahê tê dan.

Pêka vê raporê rêjîma Îranê ji sala 2006ê ve heta niha binkeyên berhemanîna dironan 3 qat berfirehtir kiriye.

Li vê raporê de hatiye ku binkeya tevav ewlehî ya “Gencîn”ê nêzî 7 kîlometran ji bajarê Qumê dûr e û bandên firîn ên 1500 metrî hene.

Ew binkeya rêjîmê bi fermana rêberê rêjîmê Elî Xamineyê hatiye avakirin û heta niha dest bi ser zêdetir ji 949 Hiktar erdê derdora xwe de girtiye û milîsên ser bi rêjîmê li girûp û tîmên biçûk de li vê binkeyê de têne pererdekirin.