Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa Artêşa Îsraîl bo ser Refehî dest pêkiriye

12:08 - 7 Gulan 2024

Tankên Artêşa Îsraîlê rêya li navbera bajarê Refehê digel Sînorê Misrê, xistine jêr kontrola xwe û demjimêrên destpêkî ya Îro, hêza Esmaniya Îsraîl çendîn cihên Hemasê li Refehê kirin armanc.

Li halekê de ku Hemasê pêşniyara Qeter û Misrê bo sekinandina şer erê kiribû, Îsraîlê ragihandiye ku mercên li vê pêşniyarê de erê nakin û heta dawîanîn bi hemasê dê şer berdewam be lê tevî berdewamiya şer, Îsraîlê biryar daye heyetekê bo danûstandin digel Misir û Qeterê amade bike.

Pêka dawî nûçeyên belavbûyî tankên hêza 401 a Zirêpoşa Gîwatî ya Artêşa Îsraîlê li sibêdeha roja Sêşemî 18ê Banemerê rêya li navbera Refehê ji aliyê rêya Selahedîn li sînorê Misrê daxistine û hêza esmaniya Îsraîl jî çendîn cih û navendên Hemasê kirine armanc û vê pêkê Artêşa Îsraîl dê ji aliyê bakûr û başûr ve hevdem bajarê Refehê dorpêç bike.

Li vê derheqê de Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ji ragihandiye ku tevî erêkirinên Hemasê daxwaziyên Îsraîlê bi cih nayên lê Îsraîlê şandina heyetek bo danûstandin digel navbendçiyan erê kiriye.

Îsraîlê bi tekezî ragihandiye ku bi ti awayek êdî şer heta dawîhatin bi Hemasê nayê sekinandin û roja Derbasbûyî jî Wezîrê Berevaniya Îsraîl bi rohnî ragihand ku bilî berdewamiya şer digel Hemasê ti rêyeke din nemaye.