Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkiriyan li bajarê Kirmaşanê daxwaza azadkirina “Tûmac salihî” kirin

10:41 - 2 Gulan 2024

Malnişînkiriyên dabînkirina cîvakî û malnişînkiriyên din li kombûna xwe ya nerizayetî li bajarê Kirmaşanê, daxwaza axadkirina “Tûmac Salihî” kirin û binçavkirina wî jî bi kiryareke nemirovane binav kirine.

Roja Çarşemî 12ê Banemera 1402 a Rojî, malnişînkiriyên dabînkirina cîvakî û malnişînkiriyên din kombûneke nerizayetiyê lidar xistin û li vê kombûnê de tevî nîşandana nerizayetiya xwe li hember xemsariya berpirsan û dijwariya jiyana xwe, dirûşma “Tûmac salihî divê bê azadkirin dan”.

Li vê kombûna nerizayetiyê de çendîn kesan bi nûneratî ji malnişînkiriyan axivîn û li axaftinên xwede îşare bi binçavkirina “Tûmac Salihî” yê repêr û stranbêj ê binçavkirî kirin.

Herwisa li vê kombûnê de sepandina cezaya bidarvekirinê bi ser  “Tûmac Salihî” de kiryareke nemirovane hate binavkirin û yek ji wan kesan got ku nabe ciwanek bi sedema strandina stranekê an helbestekê bê binçavkirin û bê bidarvekirin.

Li piraniya aliyên cihanê û ji aliyê kesayetiyên navnetewî û piledarên dewletan û herwisa sendîkayên cur bi cur bi taybet li navxweyê Îranê, binçavkirina “Tûmac salihî” ji aliyê rêjîma Îranê ve hatiye şermezar kirin û daxwaza azadkirina wî kirine.