Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku nêzî 300 hezar kes ji xelkê bajarê Refehê, piştî daxuyaniya Artêşa Îsraîl bo derketinê, Refeh bi cih hiştine û Saziya Netewên Yekgirtî jî ragihand ku 110 hezar kes ji Refehê derketine
Artêşa Îsraîl li sibêdeha roja Şemî 22ê Banemerê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku piştî daxuyaniya derketina xelkê ji bajarê Refehê, nêzî 300 hezar kes ji xelkê wî bajarî, bo deverên ewleh li deverên “Elmewasî û Xanyûnis”ê hatine veguhastin.
Artêşa Îsraîlê, peyama derkevtin ji Refehê, bi rêya belavkirina belavokan, SMS, pêwendiya têlêfonî û peyamên deng bi zimanê Erebî, daxwaz ji xelkê Refehê kiribû ku ji wî bajarê derkevin.
Milîsên Hemasê hemû cehdekê dikin ku bikarin rêgirî ji derketina xelkê bikin û dixwazin xelkê medenî wek mertalê zindî li hember Artêşa Îsraîlê de bi kar bînin.
Li halekê de ku Refeh ji aliyê artêşa Îsraîl ve hatiye dorpêçkirin, bombarana dijwar a wî bajarê berdewam e û Îsraîlê biryar daye heta dawîanîn bi Hemasê û herwisa azadkirina barimteyên li destê wan milîsên ser bi rêjîma Îranê, şer berdewam bike.
Li vê derheqê de ji Saziya Netweên Yekgirtî li roja Înê 21ê Banemerê de ragihandibû ku 110 hezar kes ji bajarê Refehê derketine.