Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ji eşkerekirina gora Şehîd “Hidayet Ebdullahpûr” xwe diparêze

11:11 - 12 Gulan 2024

Piştî derbasbûna 4 salan ji tîrbarankirina Şehîd “Hidayet Ebullapûr” ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê, berpirsên pêywendîdar xwe ji eşkerekirina gora wî, xwe diparêzin û li peyketinên malbata wî bê encam mane.

“Hidayet Ebdullapûr”, kurê “Ebûbekir û Mercanê” girtiyê siyasiyê Kurd, xelkê bajarê Şinoyê, roja Duşemî 22ê Banemerê ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê li yek ji padiganên rêjîma Îranê li bajarê Şinoyê de hatibû tîrbarankirin lê heta niha hemû cehd û lipeyketinên malbata wî şehîdî bo agehdarbûn ji cihê bi axspartina wî bê encam mane û berpirsên pêywendîdar ên rêjîmê, ji dana her zanyariyekê li derheq gora wî şehîdê Kurdistanê, xwe diparêz in.

Şehîd “Hidayet Ebdullapûr” 5 heyv berî şehîdkirinê, ji mafê hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin û piştî derbasbûna çend heftiyan ji tîrbarankirina wî jî, parêzer û malbata wî nehatibûne agehdarkirin.

“Hidayet Ebdullapûr” li 13ê Gelawîêja 1395 a Rojî de ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê ve li bajarê Şinoyê, hatibû binçavkirin û 74 rojan li girtîgeha îtlaata spaha pasdaran a terorîst li bajarê Urmiyê de bi awayekî hovane û bi armanca itirafa bi zorê hatibû îşkencekirin.

Şehîd “Hidayet” bi tohmeta “hevkarî digel Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê”, 49 roj piştî şerê “Qere Seqel”ê hatibû binçavkirin.