Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtin û nerizayetiya zêringiran berdewam e

11:13 - 12 Gulan 2024

Zêringiran li heftiya 3yê ya mangirtina xwe de li çenîn bajarên Îranê bi nîşana nertizayetî li hember biryara nû ya rejîmê bo bacvergirtin ji zêdetir, mangrtina xwe berdewam kirin.

Roja Şemî 22ê Banemerê, li çendîn bajarên Îranê yên wek “Têhran, Meşhed, Erdebêl, Zencan, Îsfehan, Erak û Hemedan û çend bajarên din”, Zêringiran li heftiya 3yê ya mangirtina xwe li hember biraya nû ya bacvergirtina zêdetir û herwisa tomarkirina hemû darayî, kirîn û firotina zêr û dirafên biyanî li sîstema seranserî ya “Ticaret”ê ku hemû karûbarên zêringiran dikeve jêr kontrola rêjîmê, berdewam kirine.

Pêka raporên belavbûyî dezgehên ewlehî yên rêjîmê gef li zêringirên nerazî xwarine û piştre Sendikaya Zêringirên Têhranê daxwaz ji zêringiran kiriye ku mangirtina xwe bi dawî bînin.

Tevî hemû givaş û gefxwarinên rêjîmê, zêringiran biryar dane ku heta hilveşandina biryara nû ya bacvergirtinê û her tomarkirina tevahiya karûbarên zêringiran,dê mangirtina xwe berdewam bikin.

Pêka amarên Sendîkaya Zêringirqan, zêdetir ji 500 hezar kes li Îranê de mijûlê kar li pîşeya zêringiriyê de ne û 70 hezar çalakvanên sendîkayî yên pîşeya zêringiriyê li Îranê de hene.

Rêjîma Îranê pişka zêde ya bûdceya sala 1403 a Rojî, li bacvergirtina zêdetir ji xelkê Îranê dariştiye û bac gelek zêde kiriye.