Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 4 welatiyên Kurd li rojekê de binçav kirin

11:15 - 12 Gulan 2024

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li rojekê de li bajarên “Şino û Sayîn Qela”yê de 4 welatiyên Kurd binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka raporên belavbûyî, hêzên hov ên rêjîma Îranê roja Şemî 22ê Banemerê, 4 welatiyên Kurd ên bi navên “Loqman Hacîxûş” ê xelkê gundê “Kone Qela”yê ser bi bajarê Şinoyê û “Salar Bêygî, Elî Şîrî û Nasir Muradî” yên xelkê gundê “Qozlûya Hewşar”ê ser bi bajarê “Sayîn Qelayê” binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.

Herwisa hatiye baskirin ku “Loqman Hacîxoş”, bi rêya têlêfonê bo îdareya stada xeberî ya îtlaata rêjîmê li bajarê Şinoyê hatiye banghêjkirin û navbirî li wir hatiye binaçvkirin.

Pêka rapora Mafê Mirovê Kurdistanê, “Salar Bêygî, Elî Şîrî û Nasir Muradî” ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê, bi tundûtîjiyê hatine binçavkirin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan 4 welatiyên Kurd û herwisa cihê ragirtina wan nehatiye zanîn.

Li heyama çend heftiyên derbasbûyî de hêzên ewlehî yên rêjîmê û herwisa îtlaata spaha pasdaran a terorîst, dehan çalakvan û hunermendên Kurd bi sedema beşdarî li rêûresma Newroza îsal, binçav kirine.