Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

1 li ser 3 a keçên xwendevan berî qonaxa paşnavendî dest ji xwendinê berdidin

08:43 - 14 Gulan 2024

Pêka rapora civaknasek li Îranê, 1 li ser 3 a keçan, piştî dawîhatin bi qonaxa pêşnavendî dest ji xwendinê berdidin û li temenê 15 heta 19 saliyê de jiyana hevpar pêk tînin.

Pêka raporekê ku civaknaseka Îranê ya bi navê “Şehla Kazimî” belav kiriye, 1 li ser 3 a keçan, piştî dawîhatin bi qonaxa pêşnavendî dest ji xwendinê dikêşin û li temenê 15 heta 19 saliyê de jiyana hevpar pêk tînin û keçên ku zanîngeh bi dawî anîne zêdetir bêkar in û nekarîne jiyana hevpar pêk bînin.

Pêka amara ku wê civaknasê belavkiriye %30 a keçên xwendevan ên qonaxa paşnavendî li Îranê dest ji xwendinê berdane û ji aliyê din ve her salê zêdetir ji 200 hezar keç ên temenê li navbera 15 heta 19 saliyê, jiyana hevpar pêk tînin.

Heta niha rêjîma Îranê bilî dermandavkirina keçan li xwendingehan û herwisa tepeseriya hovane li ser şeqaman û encamdana cinayetên hovane li hember keçan û herwisa bêkarmana piraniya herî zêde ya derçoyên zanîngehan û daketina dahat û zêdebûna çend qatî ya hejarî, bê hêvîtiyek li nav keçên dersxwan de çêkiriye.