Bi sedema hatina ba, banê 2 odeyên waneyan ên zanîngeha Razî ya Kirmaşanê bi ser xwendekarên vê zanîngehê de herifî û zêdetir ji 10 xwendekar birîndar bûne.
Pêka rapora “HRANA”, roja Dûşemî 24ê Banemerê, bi sedema rabûna ba, banê 2 odeyên wanegotina zankoya aborî û “kar aferînî” ya zanîngeha Razî ya bajarê “Kirmaşanê bi ser xwendekarên vê zankoyê de herifî û 10 xwendekar birîndar bûne.
Pêka rapora “HRANA”yê orjansê beşek ji xwendekaran li cihê bûyerê de derman kirine û beşeke din jî bo nexweşxaneya Taliqanî ya wî bajarî hatine veguhastin.
Bi sedema standarnebûna bînayên xwendingeh û zanîngehan li Îranê ku zêdetir bê berçavgirtina yasayên bînasazî û parastina canê mirovan têne avakirin, egera herifîna wan an şikestina beşek ji ban û diwarên wan li erdehj an lehiyan û ba û begerên tunde de heye û beşa herî zêde ya xwendingehan li Îranê bînayên kevin in.
Herwisa beşek zêde ji alavên ku li avakirina avahiyan de têne bikaranîn, alavên erzan in û piranî standarada hewce ya bikaranîn bo bînasaziyê, nînin.