Girtiyekî Kurd ê xelkê bajarê Pawê bi sedema pêrenegihîştina pizîşkî û xemsariya berpirsan li grtîgeha rêjîmê ya bi navê “Qzilihizar” li bajarê Kerecê de canê xwe ji dest da.
Pêka rapora “Hengaw”ê girtiyekî Kurd ê bi navê “Kiyanûş Weledbêygî” temen 35 salî xelkê gundê “Nûryaw”ê ser bi bajarê Pawê ku çendîn sal bû pirsgirêka dil û gurçikan hebû, bi sedema pêrenegîştina pizîşkî û guhnedana berpirsan bo veguhastin li dema hewce de bo nexweşxaneyê, li girtîgeha rêjîma a “Qizilhisar” a bajarê Kerecê de canê xwe ji dest adye.
Li halekê de ku çendîn sal bû navbirî pirsgirêka micid a dil û gurçikan hebû, rêjîmê îzna çon bo murexesiyê û çareseriya nexweşiyên wî li derveyî girtîgehê nedidayê.
Pêka rapora “Hengaw”ê “Kiyanûş Weledbêygî” 7 salan berî niha li bajarê Şîrazê de bi tohmetên pêywendidar bi madên hişber hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgeha rêjîmê ve 18 sal girtin bi ser de hatbû sepandin.
Pêka amarên “Hengaw”ê li 5 heyvên destpêkî ya sala 2024 a Zayînî, zêdetir ji 15 girtiyan li girtîgehên rêjîmê de canê xwe ji dest dane ku 8 ji wan Kurd in.