Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekemîn berhema pêşmergeyekî ciwan hate belavkirin

11:26 - 15 Gulan 2024

Pirtûka Çîrokî ya pêşmergeyê ciwan ê Hizba Dêmokrat “Sîna Xelîlî” ya bi navê “Z”, hate çap û belavkirinê.

Ew çîroka bas li jiyana rûniştiyên bajarekî dike ku şiyana man û çêkirina jîngeh û jiyana xwe nînin. Çîrok ji zimanê keçekê ve hatiye nivîsandin û nivîskar cehd kiriye mijarên koçberî û êxsîriyê bide berçavan.

Mijara balkêş a vê çîrokê ev yeka ye ku cih, sal û ti nav û nîşanek rohn nîne û heta navê karakterên çîrokê jî bi kurte tîpan hatine nivîsandin.

Çîrokekî mij û dûman û aloze ku bas ji nearamiya hundirî ya karekterê serekî ya çîrokê dike û dêzayna rûpelên vê pirtûkê jî, ji aliyê “Şaho Ehmedî” ve hatiye kirin.

Şîna Xelîlî, pêşmergê 23 salî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, xelkê bajarê Mihabadê ye ku ji sala 1399 a Rojî ve tevlî refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê bûye.

Sîna Xelîlî li derheq vê berhema huneriya xwe de li hevpeyvîn digel “Kurdistanmedia”yê de got: “Ew pirtûka, yekem berhema min e, bi wateyek din berhema vê rewşa dijwear û giran e ku em têde dijîn. Ev yeka bo min girîng bû û bo min bibû pirsgirêkeke hizrî, reftara takên Rojhilat digel ax û niştimana xwe û cîhana derve ya xwe ye, anku niştîmana xwe bi dozex û welatên Ewropayê bi biheşt dihesibîne û hemû rêyan diceribîne û dest bi her karekê dike ku xwe bigihîne welatên Ewropayê. Li wir de min, hizir û dîtingeha xwe li derheq sedemên vê bêzariya takê kurd ê Rojhilat li axa xwe û xoşewîstiya bo welatên biyanî rohn kiriye. Li vê çîrokê de hejmarek ji mijarên din jî min anîne ber bas û min hewl daye ku vê cîhanê ji çavê keçeke temen 36 salî ya binçavkirî ve bibînim.