Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 2 welatiyên Kurd li Îlamê bidarveirin

11:28 - 15 Gulan 2024

Li berdewamiya pêla bidarvekirina xelkê ji aliyê rêjîmê ve, vê carê 2 welatiyên Kurd li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îlamê de hatine bidarvekirin.

Pêka rapora “Kurdpa”yê, sibêdeha roja Sêşemî 25ê Banemerê, 2 welatiyên Kurd ên bi navên “Riza Xulamhusênî yê xelkê gundê Banziyaret û Ferux Xanmihemed yê xelkê gundê Gulzar Hedad” ên ser bi devera “Çiwar” a bajarê Îlamê, li girtîgeha rêjêmê li bajarê Îlamê de hatine bidarvekirin.

Pêka vê raporê, “Riza Xulamhusênî” sala 1402 û “Ferux Xanmihemedî” 14 sal berî niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” a kesekî,  ji aliyê dadgeha rêjîmê ve cezayê bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Pêka gotina karnasan rêjîma Îranê bo tirsandina xelkê û herwisa rêgîrî ji xwenîşandanên nerizayetî li Îranê, rêjeya bidarvekirinan li Îranê de zêde kiriye.

Heta niha ji aliyê berpirsên pêywendîdar û ragihandinên ser bi rêjîmê, nûçeya bidarvekirina wan 2 welatiyên Kurd, nehatiye belavkirin.