Serokê berê yê banka navendiya rêjîmê gotiye ku li heyama 2 sal û nîvek a kabîneya Îbrahîm Reîsî” de zêdetir ji 600 hezar milyard Tumen, diraf hatiye çapkirin ku ji rêjeya hemû dirafê çapbûyî li Îranê zêdetir e.
Banka Navendî ya rêjîma Îranê raporek li derheq darayiya derve ya vê bankê belav kiriye û pêka vê raporê, darayiya derve ya Banka Navendî ya rêjîmê li 9 heyvên destpêkiya sala 1402 a Rojî, %20 kêm bûye û ji aliyê din ve rêjeya dirafê li destê xelkê û nexdînigî ku 2 sedemên karlêker li ser enfasiyonê ne, zêde bûye.
Pêka vê raporê, payeya dirafê Îranê li dawiya heyva Sermaweza 1402 a Rojî, 10 hezar û 231.9 hezar milyard Riyal e ku bi berhevdanîn xal bi xal digel sala 1401, %33.5 zêde kiriye.
Ew yeka dide xuya ku rêjîmê bê piştevanî li banka navendî de diraf çap kiriye.
Li vê derheqê de 10 rojan berî niha, “Ebdulnasir Himmetî” serokê berê yê banka navendiya rêjîmê tevî rexnegirtina tund ji çapkirina diraf li serkomariya Îbrahîm Reîsî de gotiye: Ji serdemê desthilatdariya Hovexşeter(şahê sêyem ê Mediya) heta sala 1400 a rojî, serhev tevahiya dirafê çapkirî li Îranê, 519 hezar milyard Tumen bûye, lê li heyama 2 sal û nîv a serkomariya Îbrahîm Reîsî de, nêzî 600 hezar milyard Tumen hatiye çapkirin û ew sedema bilindbûna Enfilasiyonê ye”.
Pêka vê raporê darayiya derve ya banka navendî li dawiya heyva Sermnaweza 1402 a Rojî de %20 pêka sala pêştir, kêm bûye û gihîştiye 446.61 hezar milyard Tumenî.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku mana diraf û sikeyên zêr li destê xelkê de %25 zêde bûye û gihîştiye 126.8 hezar milyard Tumenî û rêjeya nexdînigî jî %27 zêde bûye.