Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêla bidarvekirinan ji aliyê rêjîma Îranê ve berdewam e

12:18 - 19 Gulan 2024

Rêjîma Îranê li bajarê Selmasê 3 kes , li bajarê Urmiyê 3 kes, li bajarê Erdebêlê 2 ke, li bajarê Miyandavê yek kes û li bajarê Îsfehanê yek kes li rojekê de bidarvekirin.

Pêka raporên belavbûyî li sibêdeha roja Şemî 29ê Banemerê, rêjîma Îranê li bajarê Urmiyê de 3 welatiyên Kurd ên bi navên “Yûsif Seîdî” yê temen 32 salî yê xelkê gundê “Dobire”yê ser bi devera Tirgewer, “Ramîn Lewendpûr” ê temen 27 salî yê xelkê gundê “Xeregoşê” ser bi devera Somayê û Perwîz Qasimî yê temen 35 salî xelkê Gundê Zindeştê ser bi devera Selmasê, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê de bidar vekirin.

Herwisa rêjîma Îranê li bajarê Selmasê de jî li vê rojê de 3 welatiyên din ên Kurd bidar vekirine ku nasnameya wan wiha ye: “Esqer Hacîzade”, “Kawe Başanger” ê xelkê bajarê Mihabadê û kesê din nasnameya wî nehatiye zanîn.

Hertwisa rêjîma Îranê li bajarê Erdebêlê de 2 hevwelatiyên Turk ên bi navên “Ferdîn Mûsazade û Mêhdî Xadim” ên xelkê bajarê Mişkînşehrê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Ewredebêlê de bidarvekirine.

Herwisa li bajarê Miyandavê de jî ciwanekî Kurd ê temen 21 salî yê bi navê “Ramîn Seadet” ê xelkê gundê “Şamat”ê ser bi bajarê Miyandavê, ku li dema binçavkirinê de zarokekî temen 17 salî bû, ji aliyê rêjîma Îranê ve li girtîgeha rêjîmê li bajarê Miyandavê,hate bidarvekirin.

Herwisa li girtîgeha “Destgird” a rêjîmê li bajarê Îsfehanê de hevwelatiyek ê bi navê “Yasir Ebdullahî” jî li vê rojê de ji aliyê rêjîêma dije mirov a Îranê ve hatiye bidarvekirin.