Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa şekerê li Îranê %50 bilind bûye

12:23 - 19 Gulan 2024

Tevê ku nirxa kirîna şekerê %40 bilind bûye, rêjîmê jî %10 baca bi ser vê de zêde kiriye û bi wî awayî nirxa şekerê pêka sala par, %50 bilind bûye.

Pêka rapora “Ticaret News” a ser bi rêjîma Îranê, piştî ku dana bûdcê bo kirina şekerê ji derveyî Îranê ji aliyê rêjîmê ve hate sekinandin, nirxa şekerê li Îranê de %40 bilind bûye û rêjîmê bi cihê kêmkirina bac li ser şekerê, %10 bac li ser vê zêde kiriye û  vê pêkê, nirxa şekerê bi berhevdanîn digel sala par %50 bilindtir bûye.

Pêka vê raporê her kîlo şeker li deriyê şirketê de bo firîtinê, 38 hezar 500 Tumen e.

Bilindbûna nirxa şekerê bandoreke nerênî li ser xwarinan û herwisa şiyana kirîna xelkê bo hewcehiyên rojane û herwisa bi ser pîşeya şêrînîçêkirinê de daniye û li rewşekê de ku nirxa xwarinan li Îranê de gelek bilind bûye, rêjeya xwarina şekerê jî zêdetir bibû lê niha hejmareke zêde ji xelkê Îranê nikarin şekerê bi qasa hewce bikirin.

Karnasan li derheq bilindbûna nirxa şekerê huşdarî dane ku ew yeka dê bandireke gelek nerênî li ser pîşeyên pêwendîdar bi qend û şekerê û herwisa girûpa şeker li bazara bûrsê, dê hebe