Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokarat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 12ê Cozerdanê, roja girtiyên siyasiyên Kurdistanê, peyamek belav kir

14:14 - 1 Hezîran 2024

Peyama Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokarat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 12ê Cozerdanê, roja girtiyên siyasiyên Kurdistanê

Girtiyên Siyasiyên Kurd!

Malbatên girtiyên siyasî!

Bi hilkefta 12ê Cozerdanê, roja girtiyên siyasiyên Kurdistanê, tevî bi bîranîna yada girtiyên ezîz ên bidarvekiriyên me, bi gelek rêzdariyê ve spasiya xweragiriya we yên berxwedêr li nav girtîgehên her du rêjîmên paşayetî û komara Îslamiya Îranê dikin.

12ê Cozerdanê ku ji aliyê “Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê” ve wek “Roja Girtiyên Siyasiyên Kurdistanê” hatiye diyarîkirin, bi bîrhênerê rojeke tal li dîroka xebata rizgarîxwaziya gelê me ye. Sala 1362 a Rojî, li vê rojê de 59 ciwanên bajarê Mihabadê ku pêştir ji aliyê rêjîma nûbidesthilatgihîştiyê komara Îslamî ve bê ti tawanekê û bi tenê bi tohmeta Kurdbûn û hevkarî digel rêkxiravên siyasiyên Kurdistanê, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li bajarê Tewrêzê de hatine gullebarankirin. Gullebarankirina wan ezîzan li demekê de bû ku çendîn kes ji wan, hêj temenê wan jêr 18 saliyê de bû û negihîştibûne temenê yasayî. Ew 59 ciwanane, ne li dadgeheke eşkere de hatine dadgehîkirin û ne mafê hebûna parêzêr bi wan nehate dan, heta piştî gullebarankirina wan, termê wan radestî malbata wan jî nekirin û heta niha jî nehatiye zanîn ku li kîderê bi axê hatine spartin. Hevdem hilbijartina mirina serbilindane ya wan ezîzan û serîneçemandin li hemebr mirovkujên komara Îslamî de bûye remza xebata girtiyên siyasiyên Kurdistanê û hemû salan li vê rojê de rêz ji nav û yada wan û hemû girtiyên siyasiyên Kurdiatanê tê girtin.

Îsal li demekê de em 12ê Cozerdanê bi bîr tînin ku “Îbrahîm Reîsî” yek ji celadên girtîgehên rêjîmê ku roleke serekî li bidarvekirna girtiyên siaysî de hebû û yek ji endamên “Heyeta Merg” li bidarvekirina hezaran kesî li sala 1367 a rojî de bû, li bûyera kevtinexwarê ya hêlîkopterekê de ji nav ço. Heq bû ku “Reîsî” berî mirinê bo dadgehê hatiba rapêçkirin û sizayê wan hemû tawanênan jî wî hatiba vergirtin. Lê mixabin ew derfeta bo malbatên cergşewitiyê bidarvekiriyan nema. Hivî dikin li paşerojeke nêz de tevahiya wan kesên ku li îşkencekirin û bidarvekirina girtiyên siyasiyên Kurdiatanê û Îranê de rol hebûne, bînin nav dadgehan û sizaya tawanên xwe vergirin.

Girtiyên xweragir ên siyasî, malbatên serbilind ên girtiyên siyasî, hûn wek beşeke girîng a meydana xebata gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li her du rêjîmên pehlewî û komara Îslamî, erkek giran li ser milê we bûye û heye. Gelek ji we, mixabin bi salan e ku temenê xwe li nav girtîgehan de li pêxema rizgariya gelê xwe de êxsîrê destê dujminan bûne û bi xweşiyê ve, bi rûyek sipî û seriyek bilind jê derketine, gelek ji we her niha jî li nav girtîgehên komara îslamî de bi seriyek bilind sekinîne û heyamê sizaya nedadperweraneya xwe derbas dikin. Bi giştî we xweragiran hem serê xwe bilind ragirtiye û hem jî li nav gelên azadîxwaz de bûne cihê şanaziya gelê xwe.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li vê rojê de careke din, tevî rêzgirtin ji xebata we ezîzan, bi dil û can, spasiya keda we û malbatên we yên serbilind dike.

Hiv dikin ku lidemekî nêz de berhema keda we û tevahiya xebatkarên doza rizgarîxwaziya gelê me bidest ve bê û tevî azadiya we û rizgariya yekcariya gelê me ji bindestiyê, bi hevre xebat bo avakirina civakek bextewer bikin.

Silav bo rihê paqijê şehîdên 12ê Cozerdanê û hemû girtiyên siyasiyên bidarvekirî.

Silav li îradeye girtiyên siyasiyên xweragir û malbatên wan ên serbilind.

 

 Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Cozerdana 1403 a Rojî