Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê cehda xapandina raya giştî dide

10:41 - 2 Hezîran 2024

Rêjîma Îranê bi şandina bi kirêgirtiyên xwe bo bajarê Sinê, cehdê dike wisa bide nîşandanê  ku goya xelkê wî bajarî li rêûresma mirina Îbrahîm Reîsî de beşdariyê dikin û bi wî awayî raya giştî ji rê derxîne.

Pêka girte vîdyoyeke belavbûyî, rêjîma Îranê bo ji rêderxistina raya giştî bi rêya çendîn otobûsan, bi kirêgirtiyên xwe bo bajarê Sinê veguihastine ku bi çewtekarî bidin xuya ku xelkê bajarê Sinê li rêûresma mirina Îbrahîm Reîsî de beşdarî kirin û bi vê yekê raya giştî ji rê dexîne.

Pêka zanyariyên belavbûyî, bi kirêgirtiyên rêjîmê li çendîn bajaran hatine komkirin û bo bajarê Sinê hatine veguhastin û li demjimêr 7 û 30 xulekên piştî nîvro li şeqama bingehîn a hatin û çona xelkê ya bajarê Sinê ya bi navê Firdûsî girte vîdyo û wênan ji xelkê hilgirtin û wisa bidne xuya ku ew xelke bo beşdarî li vê rêûresmê de, hatine.

Mirina Îbrahîm Reîsî yê celadê Têhranê û bikujê hezaran girtiyên siyasî, bû cihê keyfxwşiya xelkê Îranê û bi taybetî xelkê Kurdistanê û rêjîm hewlê dide bi lidarxistina pîlanên wiha çewt, kesayetiyeke wehmî bo Îbrahîm Resî çê bike.