Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 472an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

13:41 - 20 Hezîran 2024

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Manşêta 472 emîn hejmara Agirî daxwaza rêzdar Mistefa Hicrî ye ku dosyeya tirora Dr.Qasimlû bê vekirin.

Rûpela 2 a hejmara nû a Agirî hatiye terxankirin bo daxuyaniya Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokarat a Kurdistana Îranê li derheq binav hilbijartina serokkomar li Îranê de.

Rûpela 3 a vê hejmara Agirî de peyama Kak Mistefa Hicrî li jêr navê “Tepeserî û girtin û îşkencê nekariye îrade û bavera bilind a neteweyekî azadîxwaz bo geheştina bi rizgariyê lewaz bike. Û herwisa Daxuyaniya Navenda Birêveberiya Giştê ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq azakirina bikerê tawanên mezin, Hemîd Nûrî, dikevne ber çavan.

Rûpela 4 ê de Gotara “Pîroz be 44emîn salvegera avakirina Radyo Dengê Kurdistana Îranê” ji nivîsa Nûredîn Sofîzade hatiye weşandin. 

Rûpela 5ê de gotara “Koy, kur çiya şax, baba giş navên mala Xwedayê mezin in” ji nivsîna Kofîxwar.

Rûpela 6an a 472 emîn hejmara Agirî de Çîrok: “Şeqam” ji nivîsa Bêhzad Qadirî hatiye weşandin ku bas ji bûyerekî şorişa “JÎNA” yê li Rojhilatê Kurdistanê de dike.

Rûpela 7ê de gotara “Bombexwaz dawiyê li civînên ji bo rêkeftina etomî tînin” ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî tête dîtin.

Rûpela 8 ê a 472 emîn hejmara Agirî hatiye terxankirin bo  gotara “Ez perwerda dagîrker naxwazim” ji nivîsa Sumeye Mêrxaz.

Rûpela 9 ê de beşa Duyem a gotara “Xelk ji xwe re xeyalên mezin dikin û jibo pêkanîna wê jî xebatê dikin” ji nivîsa Hesen Herranî dikeve berçav.

Rûpela 10 ê a 472 emîn hejmara rojnameya Agirî hatiye terxankirin bo gotarekê li jêr nave “Wan bi mêrxasî şer kirin û wek mêran mirin!” ji nivîsa Rojan Kurmanc.

Rûpela 11 ê de çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, vê carê dîsan hatiye terxankirin bo postêrekê li derheq 44 4mîn salvegera damezrandin û weşana bernamên Radio Dengê Kurdistana Îranê. postêr bi keda Serbest Urmiye hatiye dîzayînkirin û kêşan.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.