Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nasnama wan penaberan aşkera bû ku parek ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanêne

02:29 - 21 Hezîran 2024

Çend rojekan berî niha me nûçeya xendiqîna 60 penabera li qirax avên Îtaliya de ji Kurd Kanalê ve belav ku û me got ku gorî zaniyariyên destpêkî, piraniya wan penaberên canê xwe ji dest danî, Kurdin.

Niha piştî jêvekolîn li ser termên wan û aşkera bûna nasnameya wan, mixabin ji bilî evê ku piraniya wan penaberên xendiqînî Kurdin, hate zanîn ku 14 kes xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne.

Gorî raporan 14 penaberên Kurd xelkê Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Urmiye, Bokan, Mihabad, Serdeşt, Merîwan, Sine û Kirmaşanê bûne, 27 kes ji Kurdên Başûrê Kurdistanê bûne, 3 kes xelkê bajarê Şîrazê li Îranê bûne,  wate ji 60 kesên xendiqînî, 41 kes ji wan Kurdin ku piranî jî jin û zarokin.

Şadiman Kamiranî, Jîngeparêz û xizmetkarê xwezayê û ajelên kêvî, ku xelkê bajarê Merîwanê bû di nava kesên ku canê xwe ji dest danî de ye.

Dema ku Belema wan penaberan binav dibe, hinek destbicî dixendiqin, û parek ji wan penaberan jî ku alavên weke Cilîqê melevaniyê hebûne û karîne xwe ji xendiqînê xelas bikin, lê mixabin piştî çend rojan mana ser Avê li ber Germê û birsîtiyê canê xwe ji dest dane.