Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîlê gelaleya oprasyona bi dijî Hizbulaha lubnanê pejirand

02:32 - 21 Hezîran 2024

Alozî û şerê di navbera Artêşa Îsraîl û milîsên Hizbulaha Lubnanê roj bi rojê berfirehtir dibin.

Wezîrê derve yê Îsraîl ragihand ku dê şerê hemî aliyanê çêbibe û Artêşa Îsraîl gelaleya êrîşa bo ser Lubnanê pejirand.

Piştî pejirandina terhê êrîşa bo ser Hizbulaha Lubnanê ji aliyê Artêşa Îsraîl ve, dem bo demê egera qewmîna şer zêdetir dibe, li henber wê biryara Artêşa Îsraîl de, Hizbulahê jî bi belavkirina Vîdeoyekê gefa berteka tun li henber heçî êrîşekî Îsraîl kiriye.

Wezîrê derve yê Îsraîl ragihand ku em li deve devê şerekî giran de ne, ev biryara artêşa Îsraîl jî li berteka êrîşên mûşekî û dironiye xaka Îsraîl ji aliyê Hizbulahê ve ye.

Artêşa Îsraîl naveroka gelaleya pesend kirî bo egera êrîşa bo ser Hizbulahê aşkera nekiriye, lê hatiye ragihandin ku artêş amadeyê heçî cure êrîşekî meydaniye bo ser Lubnanê ye.

Artêşa Îsraîl li daxuyaniyekê de ragihan ku ev biryare tenê berteke li henber şerxwazî û êrîşa Hizbulahê bo ser Îsraîl, ku wisaye divê bersvderê kiryar û êrîş û egera qewmîna şer bin jî.

Yîsraîl Kats wezîrê derve yîê Îsraîl ragihand li egera destpêkirina heçî şerekê de, Hizbulah dê bi temamî ji nav biçe û Lubnan dê derbên giran bixû, Hizbulahê em neçar kirin ku niha em li yêk qedemiya wî şerî de bin