Çendîn rêkxistin û pêkhateyên Xwendikarî û parek ji xebatkarên siyasî û çalakên medenî, li daxuyaniyekî hevpar de daxwaz kirin ku hilbijartina maşkanê a serkomariya rêjîmê bête baykotkirin.
Di daxuyaniya wan de hatiye: Komek ji cinayetkarên xwedî derbasbûyi bi dijî xelkê Îranê, bo serkomariya rêjîmê ku şer bi dijî xelkê ye, hatine meydanê heta ku zêdebarî windahî û herifîn û jev belavbûna xwe, herwisa bikarin xwe bo tepeseriya xekê rêk bêxin.
Wajokerên wê daxuyaniyê ragihandin ku berbijêrên cihê qebûliya Şêwra Nobedar, nikarin nûneratiya xelkê Îranê bikin û tenê emrazeke diyarîkirî ye bo encamdana cinayetên bi dijî mirovahiyê bi navê serokê dewletê.
Hilbijartina rêjîmê tenê diyarîkirin û iintisaba di navbera morên rêjîmê de ye ku parêzer û cîbicîkerên sîstim û siyasetên wê rêjîma dîktatore îslamiye li ser bingeha tepeseriya xelkê û dujminayetiya Jinan û îşkence û sêdaredanê be.
Wan pêkhate û saziyên xwendikarî û xebatkarên siyasî û medenî, li daxuyaniya xwe de daxwaz kirin ku bi neçona xwe bo ser sindûqên dengdanê, bi hevre NE yekî mezin bêjne rêjîmê û ev jî dibe domandina şorişa Jin, Jiyan, Azad, ku xelk ji serkevtina şorişê zêdetir bi çi tiştekî din razî nabin.