
Xelkê Gundê Welindeya xwarê, ser bi derdora bajarê Urmiyê, 10 roj e ku bê av in û rêjîmê jî heta niha bo dabînkirna ava wan ti pêngavek hilnegirtiye.
Bi hatina demsala germayê, xelkê gundê Welindeya xwarê, ser bi derdora bajarê Urmiyê, 10 roj e ku ava hewce bo vexwarin û hewcehiyên malê nînin û ava wan qut bûye, lê heta niha ti berpirseke pêywendîdar bo çareserkirina vê yekê ti pêngawek hilnegirtine.
Pêka gotina xelkê wî gundî, rewşa qutbûna avê çendîn caran bi berpirsên pêywendidar hatiye ragihandin û lê 10 roj e ku ava wî gundî qût bûye, berpirsên rêjîmê tevî guhnedan bi vê pirsgirêka xelkê, ew piştguh avêtine û xelkê wî gundî perîşan bûne û nebûna avê çendîn pirsgirêkên micid bo xelkê li warê paqijî û tendirûstî çê kirine.
Berpirsên rêjîmê li dema hewcehî bo xelkê û bi taybet li şanoya hilbijartinê de srerdana wan dikin û bi dirûşêmên çewt û bê binyat hewla xwederbaskirin ji wan kirizan didin.