Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên Neft û Gaz a Îranê li roja Înê kombûna nerizayetî lidar xistin

12:18 - 22 Hezîran 2024

Kedkarên Neft û gaz a Başûrê Îranê bi nîşandana nerizayetiya xwe li hember guherîna kedkarên hertimî digel kedkarên girêbestkar û herwisa xemsarî li guherîna girêbestkar, kombûna nerizayetî lidar xistin.

Roja Înê 1ê Pûşperê, zêdetir ji 3 hezar Kedkarên Neft û gaz a Başûrê Îranê li projeyên palavtingehan, pêtrokîmiyan, navendên din ên neftî û yekeyên sêyem, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember guherîna kedkarên hertimî digel kedkarên girêbetskar û herwisa xemsarî li guherîna girêbestkar, kombûna nerizayetî lidar xistin.

Pêka raporên belavbûyî, wan kedkaran bi radestkirina alavên xwe yên karkirinê bi enbaran, dest ji kar berdane.

Herwisa hatiye baskirin ku girêbestkaran gef li kedkarên nerazî xwarine.

Wan kedkarên nerazî dirûşêmên wek “Sifreya hemû kedkaran her yek sifre ye” kombûna nerizayetiya xwe bi rê ve birine.

Pêka raporan zêdetir ji 3 hezar kedkarên projeyî, girêbestkarî , yekeya sêyem û 25 kompaniyên din tevlî nerizayetiyên kedkaran bûne.