Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: “Xelkê Kurdistanê wek serekîtirîn xisarberketiyê terorîzma spaha pasdaran, piştevanî li biryara Kandayê dikin”

12:20 - 22 Hezîran 2024

Rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq bi terorîstnasîna spaha pasdaran ji aliyê dewleta Kanadayê ve ragihand ku xelkê Kurdistanê wek serekîtirîn xisarberketiyê terorîzma spaha pasdaran, piştevanî li biryara Kandayê dikin”.

Deqa peyamê wiha ye:

Piştî Amrîkayê, welatê kanadayê jî spaha pasdaran a rêjîma Îranê, li listê rêkxiravên terorîstî, zêde kir. Ew biryara ku li roja Çarşemî 3ê Cozerdana 1403 a Rojî li berdewamiya pêdegiriya Îraniyan ên rûniştiyên welatên Rojava û bi taybet Îraniyên li Kanadayê, û bersiva  berdewamiya şerxwazî û kiryarên terorîstî yên komara Îslamî dan, serkevtineke din bo hemû azadîxwazên Îranê bi taybet malbatên dadxwaz ên netewên li Îranê ye.

Em hivîdar in ku Yekîtiya Ewropayê jî bersiva dadxwaziyên xelkê Îranê bide û spaha pasdaran wek rêkxiraveke terorîstî nas bike, Ew biryara Kanadayê, ji aliyê piraniya xelkê Îranê bi taybet ji aliyê netewa Kurd û  Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve ku qurbaniyê zêdetirîn kiryarên terorîstî û cinayetê spaha pasdaran e, tê pêşewazîkirin

Misfeta Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizbba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

31ê Cozerdana 1403 a Rojî