
Rêzdar Mistefa Hicrî Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq binavkevtina Belema Penaberan li qiraxavên Îtaliya û canjidestdana dehan Penaberên Kurd, peyamekî hevxemiyê belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Nûçeya binavkevtina belemekî penaberan û xendiqîna komek ji penaberên Kurd û hevwelatiyên Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê li qiraxavên Başûra Îtaliya de, cihê kul û keserekî mezine û heçî mirovekî xwedî wîjdan, xembar kir.
Tevî sersaxîdan bi malbat û kes û karên qurbaniyên vê bûyera tal, em hivîdarin ku ev kesen li vê bûyerê de sedeme ber kevtiye, yan birîndar bûne û yan tendirustiya wan baş li cihê xwe de nine, hindî zû baş bin.
Em hivîdarin çiyê din Kurd nebne qurbaniyê destê mafiya û qaçaxa mirovan. Sedem û çavkaniya hemî wan rojreşiyan li rojhilatê Kurdistanê, bi hegera siyasetên dijîmirovaneye rêjîma komara îslamiye ku bûye sedemê zêdebûna bêkarî û nebûna aliyê herî kême hewcehiyên destpêkiye jiyanê.
Bi hivya bidestvehatina jiyanekî serfirazane bo hemî welatiyên Kurdistan û îranê.
Misfeta Hicrî
Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizbba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
30 yê Cozerdana 1403 a Rojî